Pages - Menu

Եզդի արժանավորներից- Հաջիե Ջնդի ARM/EZD

Heciyê Cindî - Հաջիե Ջնդի
(1908, մարտի 18 - 1990, մայիսի 1)



Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan, wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Êzdî ê ku di dîroka Êzdîեan a nûjen de gelek tişt yekem car bi destên wî hatine kirin. Li gorî ku wî bi xwe behs kiriye, di sala 1907’an de, lê li gorî qeydiya sêwîxaneya Emerîkanan a li Qersê, di sala 1908’an de, li gundê Êzdîyan, Emançayîra bi ser bajarê Qersê ve ji dayîk bûye. Zarokatiya wî li gund derbas bûye, lê sala 1918’an, dema komkujiyên li ser serê Ermeniyan û Êzdîyan, tevî êla xwe derbasî Sovyetistanê bûye. Wan çaxan, diya xwe, bavê xwe, xwîşk û birayên xwe li serê rê û dirbên koç û revê winda kir, tevî zarokên Ermeniyan û Êzdîyan ên bêkes di sêwîxaneyên Qersê û Gumriyê de mezin bû, li wan deran xwend, paşê di 1929’an de Xwendinxaneya Gumriyê ya Pedagojiyê kuta kir. Sala 1930’yî, di Para Zankoya Yêrêvanê ya Fîlolojiyê de hate qebûlkirin, bû yekem xwendekarê zankoyê yê Ermenistanê yê Êzdî. Heman salê, di 25’ê Adara 1930’yî de, bi destpêkirina rojnameya bi Kurmancî, “Riya Teze”yê re, di rojnameyê de wekî serokê Para Çand û Wêjeyê dest bi rojnamevaniyê kir. Her li heman salê, bi pêşengiya wî ve li jêr banê Komeleya Nivîskarên Ermenistanê, Koma Nivîskarên Kurmanc vebû, di 1938’an de, bû serokê wê parê. Dîsa sala 1930’yî, Radyoya Ermenistanê ya Para Êzdîkî bo yekem car dengê Kurmancî li hemû cîhanê belav kir û jina Heciyê Cindî, Zeyneva Îvoyê ew anonsa navdar kir, ku Heciyê Cindî jî tê de xebatkar bû.

Cindî di sala 1933’yan de zanko kuta kir. Wî payîza heman salê li jêr çavdêriya Profesor Asatûr Xaçatiryan dest bi mastira berhevkirin û lêkolînkirina zargotinê kir.

Ji 1931’ê û pê de, çi berhevokên zargotinê, çi werger, çi pirtûkên dersê û çi gotarên akademîk, berhemên wî wekî pirtûk û nivîs çap bûn. (Bi tenê di navbeyna du salan, 1931-33’yan de, 13 lêkolînên wî çap bûne!) Heman salê jî, dest bi wî karê xwe yê mezin ê bi dehan salan, dest bi berhevkirina gencîneya zargotina Êzdîkî kir.

Heciyê Cindî ji 1931’ê heta Adara 1938’î, di Xwendinxaneya Kurdan a Pedagojiyê de dersên zimanê Kurmancî dane.

Di dîroka Sovyetistanê de, yekem car wî gotareke bi Kurmancî daye.

Heciyê Cindî, di heyna Stalîn de, di Adara 1938’î de, tevî Cerdoyê Gênco ji aliyê KGB’yê ve hate girtin, bi taybetî ji ber piştgiriya nivîskar û rewşenbîrên Ermenî yên navdar, Hiraçya Koçar û Harûtyûn Mikirtçiyan, tam piştî salekê hate berdan û ji mirinê filitî. Lê ji ber vê bûyerê, pergala desthilatdariyê kir ku demeke dirêj hemû deriyên kar û xebatê bi ser wî de bêne dadan.

Heciyê Cindî, di 25’ê Pûşpera sala 1944’an de, elifbêya nû, ku Moskovayê xwest elifbaya Êzdîyan êdî bibe tîpên Kirîlî, amade kir û komîsyonê ew qebûl kir, di sala 1946’an de, bi wan tîpan Elifbaya Heciyê Cindî hate çapkirin.

Di 30’yê Rezbera 1962’yan de, di warê zargotin û zimanzaniyê de bû doktorê Êzdîye ê pêşîn, di 1966’an de jî payeya profesoriyê wergirt.

Heciyê Cindî, di ber wan xebatên xwe yên akademîsyeniyê û nivîskariyê yên giran re, bi salan serokatî, endamtî û şêwirmendiya gelek sazî û dezgehên bilind ên zanyarî kir, bingehên yekem nifşê rewşenbîriya Êzdîyên me yên Kavkazan danî, rê li ber wê kelepora mezin xweş kir, ku avakarên wê her wiha ev in: Ereb Şemo, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Eliyê Evdilrehman, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Wezîrê Nadirî, Şekroyê Mihoyî, Îsahak Sûkêrman, Margarîta Rûdênko, K. K. Kurdoyêv, Nadir Nadirov, Nado Maxmûdov, Çerkezê Reş, Têmûrê Xelîl û gelekên din.

Heciyê Cindî, sala 1990’î, 1’ê Gulanê, di 82 saliya xwe de, li Yêrêvana Ermenistanê jiyana xwe ji dest da, li dû xwe di navê de cildên “Kilamê Cimeta Kurmanca”, “Folkilora Kumanca”, “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî”, du lîstikên şanoyê, romana xwe ya bi navê “Hewarî”, ji sedî zêdetir pirtûk û bi sedan gotar û nivîsên akademîk hiştin ji ziman û hebûna Êzdîyan re.


Հաջիե Ջնդի

Հաջիե Ջնդի Ջաուարի (1908, մարտի 18, գ․ Յամանչաիր (Կարսի մարզում) - 1990, մայիսի 1, Երևան), եզդի արձակագիր, գրականագետ, բանասիրական գիտությունների դոկտոր, պրոֆեսոր (1966), ՀԽՍՀ գիտության վաստակավոր գործիչ (1974)։
1929-ին ավարտել է Լենինականի (այժմ՝ Գյումրի) մանկավարժական տեխնիկումը։ 1929-30-ին ուսուցչություն է արել Ղոնդաղսազ (այժմ՝ Ռյա թազա) գյուղի դպրոցում։ 1933-ին ավարտել է Երևանի համալսարանի բանասիրական ֆակուլտետը։ Այնուհետև սովորել է Հայաստանի նյութական կուլտուրայի պատմության ինստիտուտի ասպիրանտուրայում։ 1936–59-ին աշխատել է ՀԽՍՀ ԳԱ գրականության ինստիտուտում, համատեղության կարգով նաև Երևանի քրդական մանկավարժական տեխնիկումում (1930-38), «Ռյա թազա» եզդիերեն թերթում (1930-35 և 1955-57)։ 1959–ից ՀԽՍՀ ԳԱ արևելագիտության սեկտորի ավագ գիտաշխատող է (1959–67-ին եղել է այդ սեկտորի վարիչը), միաժամանակ դասավանդել Երևանի համալսարանի արևելագիտության ֆակուլտետի բաժնում։ 1940-ին «Կառ ու Քուլուկե Սլեմանե Սլիվի» եզդիական վիպերգը» թեմայով ատենախոսություն է պաշտպանել և ստացել բանասիրական գիտությունների թեկնածուի աստիճան։ 1964-ին, առանց ատենախոսության պաշտպանության, նրան շնորհվել է բանասիրական գիտությունների դոկտորի աստիճան։
Կազմել է բազմաթիվ դասագրքեր, եզդիական ժողովրդական հեքիաթների ժողովածուներ։ Եզդիերեն հրատարակվել են նրա «Նոր առավոտ» պատմվածքների ժողռվածուն (Երևան, 1947), «Օգնություն» վեպը (Երևան, 1967), «Ռոստամե Զալ» էպոսի եզդիական պատումները (Երևան, 1977), «Առածներ և ասացվածքներ» (Երևան, 1985), «Եվ եկավ գարուն» (վեպ, Երևան, 1985)։ Նրա թարգմանությամբ (հայերենից) կուրմանջի լույս են տեսել Հովհաննես Թումանյանի «Գիքորը» (թարգմանության հեղինակակից Ամինե Ավդալ, Երևան, 1932), Հարություն Շալջյանի «Նոր ուղի» (Երևան, 1934), «Ունևորության ճանապարհին» (Երևան, 1935), Հմայակ Սիրասի «Մամե և Աշե» (Երևան, 1935), Ավետիք Իսահակյանի «Քուրդ Ամոն» (Երևան, 1963), «Սայաթ-Նովայի հայերեն բանաստեղծությունների ժողովածուն» (Ֆերիկե Ուսըվեի հեղինակակցությամբ, Երևան, 1963), Գաբրիել Սունդուկյանի «Պեպո», Ալեքսանդր Շիրվանզադեի «Նամուս», «Չար ոգի», Վրթանես Փափազյանի «Ժայռ», Դերենիկ Դեմիրճյանի «Քաջ Նազար», Նաիրի Զարյանի «Վրեժ» գործերը։

Թենգիզ Ուզոյան

Տեսանյութ