Pages - Menu

Եզդի արժանավորներից- Gêorgîyê Xudo Mhoyan

Եզդի ազգի արժանավորներից է հանրաճանաչ բժիշկ,բժշկական գիտուլյունների թեկնածու Գեորգի Մհոյանը:

Фотография: Gêorgîyê Xudo Mhoyan

(1940-2013) 

Doktorê zaniyariya doxtoriyê, profêsor, Ermenistanê da doxtorê zarokayî bi nav û deng Prof. Gêorgîyê Xudo sala 1940 li gundê Elegezê, nehiya Aparanê, komara Ermenistanê li malbeteke êzdî da hatiye dinê. Ew birayê rojhilatzanê mezin prof. Şekroyê Xudo, nivîskar Egîtê Xudo û serokê dibistana gundê Elegezê Tîtalê Xudo yê biçûk bû. 
Ji pey dewî anîna dibistana gund ra ew dikeve înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya doxtoriyê û bi qîmetên here bilind xilas dike.
Piştî temamkirina perwerda xwe, Gêorgîyê Xudo zemanekî kin wek doxtorê sereke û rêvabirê nexweşxana li nexweşxanên gundê K‘ûçekê nehiya Aparanê, paşê li gundê xwe Elegezê da kar dike. 
Nexweşxanên gund û goveka karkirinêye teng ne ji bo wî bûn. Tê derdixe ku bêy destanîna zanebûnên doxtoriyêye kûr û bingehîn nikare tam alî nexweşa bike. Cihana zanyaryê ya fire wî berbi xwe dikşînin. Diçe paytextê welatê Sovêtê - Moskvayê û li înstîtûta merkezî ya Travmatalogîya û ortopêdya nexweşiyên zaroka da dikeve aspîrantûrayê. Di nava zanyarê welêt yên di wî warîda here pispor, bi serokatî û dersdarya wan têza xweye zanyaryêye ewlin, ya doktorê zanyarya doxtoriyê diparêze. Demeke kin, dîsa li wê merkezê têza doktoriya duda di warê nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zaroka da xweyî dike.
Xebatên Gêorgiyê Xudo yê zanyaryên ji alyê ulmdarên doxtoriyê yê welatê Sovêtê da bilind têne qîmetkirin, wek mêtod û mecalên qenckirina nexweşiyên hestûyaye nû û modêrn. 
Ew li înstîtût û nexweşxana Travmatalogîyayê û ortopêdyayê ya bajarê Yêrêvanê da wek serokê para nexweşiyê zaroka derbazî ser xebatê dibe. Ûnîvêrsîtêta doxtorhazirkirinê ya Ermenistanê da dersa dide, navê profêsoriyê distine. Li wê ûnîvêrsîtêtê da tê bijartin wek serokê kafêdira nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zarokan. Li wezîreta Komara Ermenistanê ya saxlemxweyîkirnê da dibe pêşekzanê komarê yê sereke di warê travmatalogîya û ortopêdya zarokan da.
Sala 1988 a Ermenistanê da erdhejeke pir mezin çê bû. Ew erdhej wek keraseta Spîtakê li bîra xelkê Ermenistanê da maye. Ji 20 hezarî zêdetir evd di bin kelefa da hatine qirê, bi deha hezara li nav wanda piranî zarok birîndar û seqet bûn. Xebata here giran para prof. Gêorgîyê Xudo û koma doxtira ki wî serokatî lê dikir ket.
Prof. Gêorgîyê Xudo bîra bi seda zarokên birîndarê erdheja da wek xilaskiryê wan ma. Ewî şev rojê xwe li ber cî-nivînê wan derbas dikir, ku jîyan û saxlemiya wan vegerîne.
Sala 2001 ê profêsor Gêorgîyê Xudo jî malêva cîguhestî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bajarê San Dîêgoyê bû. Lê êdî nexweş bû. Nenihêrî bi dehan xebatê wî yê zanyaryê û mêtodologî li ber destan bûn lê nexweşiya giran gelek xwestin û meremê wî nîvcî hîştin.

14 ê meha gulanê sala 2013 li bajarê San Dîêgoyê Ştatên Amêrîkaê yê Yekbûyî, ji pey nexweşiya giran û dirêj ra, çû li ber dilovaniya Xwedê.
Gêorgîyê Xudo Mhoyan

Tengiz Uzoyan

Komiteya Ezdya

Տեսանյութ